Tirken Faschist erisi Xwendekaren Kurd kirin

Li navçeya Kuyucuka bi ser Aydinê ve ye grûbek nîjadperestên tirk êrîşî xwendekarên kurd kir. Di encama êrîşê de xwendekarek giran sê xwendekarên kurd birîndar bûn.

Li gora agahîyan nîjadperestên tirk serê hefteyekê ye li navçeyê li pê xwendekarên kurd yên ku li Zanîngeha Adnan Mendersê dixwînin in û şeva bohirî êrîş kirin.

Lê hîn balkêştir xwendekarên kurd hem bûn armanca êrîşê û hem jî ji alîyê polîs ve ew hatin girtin. Tê ragihandin ku sê xwendekarên girtî vê sibehê hatin berdan lê yê bi navê Ahmet Baran ku diyarbekirî ye hê girtî ye.

Quelle: netkurd.com
__________________________

Bild von Nazim

Li Kuyucakê xwendekarên ku rastî êrîşa lîncê hatin terka navçeyê dan

AYDIN (DÎHA) - Li Navçeya Kuyucakê ya Aydinê, xwenderan kurd ku Dibistana Bilind a Pişeyî ya Kuyucak a Zanîngeha Adnan Menderes dixwînin û rastî êrîşa endamên Ocaga Alperena hatibûn, ji ber ku ewlehiya wan nemaye terka navçeyê dan.

Êrîşên li zanîngehan ku li dijî xwendekarên kurd pêk tên, didomin. Dawiyê, li Dibistana Bilind a Pişeyî ya Kuyucak a Zanîngeha Adnan Menderesê ku li Navçeya Kuyucakê ya Aydinê ye duh çend xwendekarên kurd rastî êrîşa lîncê hatin. Xwendekaran dan zanîn ku ji meheke zêdetir e ku li dibistanê û li navenda navçeyê rastî ji aliyê endamên Ocaga Alperen ve têne tacîzkirin. Xwendekarên ji ber ku ewlehiya wan tuneye naxwazin navê xwe bidin, diyar kirin ku di 24'ê gulanê de li seyrangeha Kuyucak Ugur Mumcu piştî tacîza devkî, hatine derbkirin.

Xwendekarek hê di binçav de ye

Xwendekaran êrîşên li dijî wan çêbûne wiha vegotin: "Em nêzî 10 heval, dimeşiyan. Di nav me de hevalên me yên jin jî hebûn. Di vê navberê de komek endamên Ocaga Alperena ku ji 30-40 kesan pêk dihat, hatin cem me û gotin 'Pîçên PKK'yî em nahêlin hûn li vir bimînin'. Me hewl da ku em ji wir veqetin, lê vê carê jî hevalên me yên jin bi devkî tacîz kirin. Li ser vê yekê şer derket û kesek birîndar bû. Em bi zor filitîn. Em bi lînce rê rû bi rû man." Xwendekaran anîn ziman ku xwendekarê bi navê Ahmet Baran hêj di binçav de ye, kesên lînc pêk anînê nayên girtin, yên rastî lîncê hatine, tên girtin. Xwendekaran dan zanîn ku ev yek jî wan dixe nava fikaran.

'Ger ku pêşî lê neyê girtin dê bûyerên mezintir biqewimin'

Xwendekaran bibîr xist ku çapemeniya herêmî bûyer bi awayê "Xwendekarên ji bo PKK'ê slogan evêtin, navçe tevlihev kirin" di manşetên xwe de nîşan dane. Xwendekaran diyar kir ku ev ne rast e û wiha gotin: "Ev mehek e li navçeyê tê xwestin ku provokasyon pêk bên. Em, ji bo ku ev pêk neyê bihistyarî tevgeriyan. Em di bin gelek zordariyan de dixwînin, lê medyaya herêmî me wekî sûcdar nîşan dide." Xwendekaran dan zanîn ku li vir silametiya wan tune, loma terka navçeyê dane. Xwendekaran, bang li rêxisitinên civakî yên sivîl, parazvanên mafên mirovan kirin û gotin ku pêşî li van bûyeran neyê girtin, dê bûyêrên mezintir derkevin holê.

Rêxistinên civakî ketin nav hewldanan

Hate ragihandin ku li navçeyê anha rewş asayî ye û rewşa xwendekarê di bûyerê de birîndar bûyî, baş e. Her wiha li ser vê bûyerê, wê rêxistinên wekî DTP, EMEP, ODP û Egîtîm Sen li navçeyê ji bo ku ewlehiya xwendekaran bicih bê, bi Midûrê Ewlehiyê, Qeymeqam û Şaredarê Kuyucagê re hevdîtin pêk bînin.

Quelle: rojaciwan.com