Osman Baydemîr daweta Erdogan red kir

Serokwezîrê tirk receb Tayyib Erdogan sibê diçe Diyarbekirê û dê li wir projeya xwe ya bi navê "Plana kiryara GAPê" eşkere bike. Erdogan li Salona Sporê ya Ziya Gokalpê, di derheqê vê Projeya xwe dê bi rêxistinên sivîl û kesayetîyên bajêr re bicive.

DTP û rêxistinên sivîl yên Diyarbekirê dê reaksiyona xwe ya ji bo serdana Erdoganî bi nebeşdarîkirina civîna wî nîşan bidin.

Hat ragihandin ku Serokê şarederiya bajarê mezin yê Diyarbekirê Osman Baydemîr û hin DTP-yî ji bo ku polîtîkaya Erdogan a li ser pirsa kurd protesto bikin dê beşdarî civîna li Diyarbekirê nekin.

Quelle: netkurd.com
__________________________