Gotarekî ser rewşa Kurda ji Fûad Sîpan

DIJMINÊ BÊNAMÛS Û BÊAQIL

FÛAD SÎPAN Almaniya, 27.09.2009

Kurdistaniyên hêja!

Xwezil welatê me Kurdistan wek hemû welatê cîhanê serbixwe û azad ba. Xwezil milletê me ev sed salên dawî ewqas eziyet û cefa nekişanda. Xwezil welatê me, Kurdistan di bin bandora ti kesî de ne ba.

Xwezil ne dewletên Tirk, ne Faris û ne jî Ereb, heger dibû, bila di dewas wan de Înglîz û an jî welatekî din ji welatên Ewropayê li Kurdistanê kolonyalîst ba.

Pêşiyê me dibêjin “Xwedê pêsîra meriya bi dijminên bênamûs û bêaqil nealîne”

Niha ev e, feleka ku li serê me bi dijminên me yên hikûmatên Tirk, Ereb û Farisan re geriyaye. Mixabin em ketin toqa van hovana û ew li pêsîra me aliyane. Ew li ser axa welatê me mexel bûne, çi tiştê here xerab di dinyayê de hene, heya niha anîne serê me. Kînga dilê wan bixweze, di xwe de wê mafê dibînin, xerabiyên here mezin bînin serê me, û hê jî di wan xerabiyan de me gunehkar dikin.

Neyarên me xwe xwediyên Kurdistanê dihesibînin, tew di ser de jî me ji xwe re wek pirsgirêk dibînin. Dijminên me wisa bênamûs û wisa jî bêaqil in, ku ew di ser de jî me sûcdar û tawanbar dikin.

Dijminên bênamûs û bêaqil bi van xerabiyên xwe hin Kurdên wek xwe bêaqil jî ji bo xwe perwerde dikin û li pêsîra me dialînin. Her tiştên van bênamûs û bêaqilana sexte ye, ji dîroka wan bigire, heya ola wan hemû bêbingeh û li ser derwan ava bûye..

Bi ti soz û peymanê van bênamûs û bêaqilana bawerî nayê kirin. Soz û peymanên wan di nava lêvên wan yê derew de ye. Çawa li hêsabê van bênamûs û bêaqilana tê her tiştî li gorî xwe rewa-meşrû dibînin û tiştê li hêsabê wan nayê jî, ji bo xwe nerewa dibînin.

Heya Kurd wek pêşiyên xwe pirsgirêkê di vê çerçova jorîn de şîrove nekin, nikarin rastiya rewşa bibînin û heya Kurd bi çavekî rexneyî pirsgirêkan di nava xwe bi xwe de jî nîqaş nekin, dê nikaribin çareseriyan peyda bikin.

Ev demek e, goya hikûmeta Tirk lê dixebite pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê ew nîqaşên wan jî li gor bênamûsî û bêaqilya wan tên kirin.

Serokkomarê Tirk Abdullah Gul di 26.08.2009an de di pê xwarina fitarê de ji goya malbatên şehîdên Tirkan re axaftinek kir û di axaftina xwe de got, “Devlet yanlış yapmaz” (dewlet şaşiya nake)

Ev nêrîna Gul tê wê wateyê, ku berpirsiyarên Tirk wisa ji xwe bawer in, dê ne tenê Kurdan, hemû cîhanê jî bixapînin.

Di sala 2005an de li Sêrtê zarokan kevir diavêtin leşkerên Tirk. Leşkerê Tirk jî bi gula bersiva zarokan dida û di encamê de leşkerê Tirk zarokeke Kurd kuştin. Pirsgirêk çû dadê û di dawiya dawîn de Yargitaya Tirk çend roj berê li Enqerê biryar girt û got, ti sûcê leşker tine, û ew serbest hate berdan.

Di demeke wisa hesas de biryareke wisa tê wata ku dewleta Tirk hê qasî misqalekê guherîn di xwe de çê nekiriye û niyeta wan jî tine, xwe biguhirînin.

Dewleta bênamûs û bêaqil welatê me dagîr kiriye û Kurdistan îhlaq kiriye û tew di ser de jî me sûcdar dikin û dixwe de wê mafê dibînin, ku zarokên me bikujin.

De îcar li vê sosiretê binêrin, çima Hulya Avşar Artîsta Tirk ji vir demek berê nêrîna xwe li ser pêvajoya nîqaşên li ser goya çareseriya pirsgirêkê di rojnama Milliyetê de gotibû, niha dozgerê Stenbolê li dijî wê lêpirsîn daye vekirin.

Ma hewce ye, ku em êdî zêde pir tiştan li ser van bênamûs û bêaqilana bibêjin.

Vêca bi vê siyaseta bênamûs û genî hikûmeta Tirkan dixwaze Tirkiyayê bîne nav Yekîtiya Ewropayê. Erê rast e, Tirkiya dikeve ser sînorê Ewropayê, lê dûrbûna ramanan ji hev dûrbûna erd û ezmên e.

Für den Inhalt dieses Artikel ist ausschließlich der Verfasser verantwortlich.

__________________________
Ji Bo Kurdistan